Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya ji YE Dixwaze ku Karê Amadekar ya ligel Tirkîyê Bicemidîne


Hikûmeta Almanî ji Komîsyona Ewrupî xwestiye ku karê amadekar ya danûstandinên ser nûjenkirina Yekîtîya Gumruke ya navbera Yekîtîya Ewrupa-Tirkîyê bicemidîne.

Li gor nûçeyeke Reuters’ê, Almanya bi sedema ku ew amadekarî dê sînyalên "çewt bişîne" bîragiştî, ew daxwaz kiriye.

Belgeya ku ji alîyê ajansê ve hate dîtin, qala hin pêngavên diravî yên li seranser Ewrupa dike ku giwaştina darayî li ser Tirkîyê bike ku rêzê li serwerîya qanûnê bigire.

Heman belgê herwiha bal dikşîne ku di çarçoveya bûyerên ku li Tirkîyê diqewimin de, divê alîkarîya berî-endambûnê (IPA) bona piştgirîya demokrasî û serwerîya qanûnê were xebitandin.

Pêşnîyara Almanî bi berdewamî daxwaz dike ku ger pêdivî be, Komîsyona Ewrupî divê hizra cemidandina hemî alîkarîyên IPA ji Tirkîyê re bicemidîne.

Tekîlîyên Almanya û Tirkîyê di vê dawîyê de, jiber jimareke mijarên giring di rewşeke xirab de ye, û girtina perwerdekarê mafê mirovan yê Almanî ji hêla Enqerê ve, bûye armanca rexneyên pir tund yên Berlînê.

XS
SM
MD
LG