Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Kolanan de 3 Kes li Geverê Hatin Kuştin


Ajansa AP radigihîne ku di şerê nav kolanan yê navbera hêzên ewlekarî yên Tirk û serhildayên Kurd de 3 kes li bajarê Gever (Yuksekova) hatin kuştin.

Parlamanterê HDP'ê yê bajarê Colemergê Abdullah Zeydan got, 7 kesên din jî birîndar di şerê li wî bajarê ser tixubê Îran û Îraqê birîndar bûne.

Karbidestekî qaymaqamîya Yuksekova piştrast kir ku kuştî li bajêr hene, lê tu hurgilîyên din nedan.

Ajansa Nûçeyan ya Dogan (DHA) jî ragihand ku şer, piştî ku karbidestên hikûmetê derengîya Çarşemê qedexeya derketina kolanan da, destpê kir.

XS
SM
MD
LG