Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Serokwezîrê Berê yê Pakistanê Hate Revandin


Birayê Alî Haydar Geylanî, Musa nûçeya revandina birayê xwe dibîhîse
Jimareke çekdaran Alî Haydar Geylanî, lawê serokwezîrê berê Yusuf Riza Geylanî revand, çend roj berî hilbijartinên girîng.

Çekdaran, Geylanî li bajarokê Multan revand gava ew di rê de bû û diçû kombûneke girseyî ya hilbijartinê.

Karbidestên Pakistanî radigihînin ku herî kêm alîlarekî Geylanî jî di êrîşê de hate kuştin.

Hevdem, Talîbana Pakistanî dibêje, wê êrîşvanên xwekuj şandiye ku roja Şemîyê êrîşan pêk bînin ku hilbijartin wê rojê tê kirin.

Cara yekê bû di dîroka Paskitanê ku destilateke sîyasî dîsa ketibû destê hikûmeteke sîvîl.

Talîban heta niha berpirsîya xwe ser revandina Geylanî ranegihandiye.
XS
SM
MD
LG