Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Gezî de Biryara Berdana Kesên Darizandî Hate Dayîn


Di Doza Gezî de biryara berdana 16 kesên darizandî hate dayîn ku di nav wan de karsazê xêrxwaz Osman Kavala jî heye.

Di Doza Gezî de kesên darizandî bi îdiaya hilweşandina Komara Tirkîyê dihatin tawanbar kiri û Kavala ew 28 meh bûn ku li zindanê dihat girtin.

Xwepêşandanên bi navê Parka Gezî sala 2013’an de dijî hikûmeta Tirkîyê li Stenbolê destpê kiribû û li seranser bajarên Tirkîyê jî belav bibû.

Di van xwepêşandanan 10 kes kesan jîyana xwe di dest dabûn ku 8 ji wan sivîl 2 jî polîs bûn.

Piştî 6 salan dijî xwepêşandanên Parka Gezî li Stenbolê doz hatibû vekirin. Dozgerî xwepêşandanên Parka Gezîyê wek hewildaneke derbeyê bi nav kiribû û jibo 16 kesan bi giştî jî 47,520 sal ceza xwestibû.

XS
SM
MD
LG