Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Derheqa Doza Xwepêşandanen Gezî de Agahîyên Berfireh


Musa Pîroglu

Îro darizandina jiber xwepêşandanên bi navê Parka Gezî ya sala 2013’an li Dadgeha Sîlîvrîya Stenbolê hat dîtin.

Piştî 6 salan dijî xwepêşandanên Parka Gezî li Stenbolê doz hatibû vekirin. Îro ji rûniştina 6’an ya vê dozê hat dîtin. Di vê dozê de 16 kes dihatin darizandin.

Dadgehê îro biryara berdana karsaz Kavala da. Herwiha dadgehê di heman deme de jibo 15 kesên din ên ku wek mimar Mucella Yapici, akademîsyen Yîgît Aksakoglu, rojnamêvan Can Dundar ji di nav de biryara beraatê da.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Musa Pîroglu piştî biryarê ji Dengê Amerîka re got ku darizandina xwepêşandanên Parka Gezî bê bingeh û dijî hiqûqê ye.

“Ez ji sere sibê ve dozê dişopînim. Di navbera biryara dadgehê û cezayê dihat xwestin ji hev pir cuda ye. Doz bi xwe li ser bêhiqûqîyê hatiye ava kirin. Jixwe ez van dadgehan ne wek navendên hiqûqê, wek navendên cîhên dozên sîyasî dibinim. Jiber vê yeke jî biryara îro ez dibêjim ku divê ev darizandin qet çênebûya.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00


XS
SM
MD
LG