Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Kemal Seydo: Divê Kurdên Rojava Peywendiyên Xwe yên Navnetewî Bihêz Bikin


Di vê demê de ku hikûmeta Tirkiyê êrîşên xwe yên esmanî dijî bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dom dike, Kurdên Sûriyê dibînin ku Enqere dixwaze projeya wan ya xweseriyê têk bibe

Gelek Kurd bawer dikin ku Tirkiyê di meseleya şerê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ne cidî ye, lê ew tenê dixwaze şerê Kurdan li Sûriye û Tirkiyê bike.

Di vê derbarê de, Dr. Kemal Seydo, berpirsê beşê Rojhilata Navîn li Rêxistina Gelên Bin Gefeyan (GfbV) li Almanyayê ji Dengê Amerîka re dibêje, divê Kurdên Sûrî bi zanebûn berê xwe bidin vê pirsgirêkê.

"Tirkiyê êdî eşkere dijminahiya xwe ji Kurdan re nîşan daye," Dr. Seydo got. "Lewra pêwîst e Kurdên Rojava bi awayekî realîst nêzîkî vê rewşê bibin."

Dr. Seydo herwiha behsa wê yekê kir ku pêdiviya Kurdan bi helwesteke yekbûyî heye da ku xwe ji vê qonaxa dijwar xilas bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:46 0:00

XS
SM
MD
LG