Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

GGC Pêşbazîya Nûçeyên Kurdî Da Destpê Kirin


Veysî Îpek
Veysî Îpek
Cemîyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), beşa kurdî jî xiste nav pêşbazîya nûçeyên salê. Cemîyeta ku 35 sal in li Dîyarbekirê di faaliyetêde ye, ji sala 1986’î vir de pêşbazîya nûçeyên salê lidar dixe.

Îsal cara yekê ye ku jibo rojnamevanên ku kurdî dinivisînin beşa kurdî hat vekirin û rojnamevanên kurd, bi nûçe an bernameyên radyo û televîzyonê yên bi kurdî, dikarin beşdarê pêşbazîyê bibin.

Serokê cemîyetê Mehmet Veysî İpek got piştî TRT 6’ê di warê medyayê debikaranîna zimanê kurdî de pêşdeçûnek berbiçav çêbûye û ev rewş jî li ser wan ferz kiriye ku di pêşbazîyê de cîh bidinKurdî jî.

Rojnamevan İpek îfade kir ku him pevçûnên navbera dewlet û PKK, him şerê İraqê, herwiha rewşa welatên cîran heryek bûne dibistanên mezin jibo rojnamevanên li herêmê. İpek got ev rewş bi xwe firqên mezin dike navbera rojnamevanên rojhilat û rojavayê Tirkîyê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG