Zavayê Osama Bîn Ladîn, berdevkê berê yî El Qaydê Suleyman Ebu Ghaith, ji alîyê Amerîkayê ve hate desteser kirin û niha li New Yorkê, li benda degehê ye.
Karbidestên Wezareta Dadê dibêjin, Suleyman Ebu Ghaith, bi tawana plankirina kuştina hemwelatîyên Amerîkî dê were sucdar kirin.
Kongresmenê Komarî yê New Yorkê Peter King do Pêncşemê got, sixurên Ajansa Îstîxbaratî ya Navendî (CIA) û yên Buroya Vekolînê ya Federalî (FBI) Ebu Ghaith bi hevre li Urdunê desteser kirine.
Rojnameyeke Tirkî jî radigîhîne ku Suleyman Ebu Ghaith li Enqerê, li oteleke buha hatiye girtin. Rojname herwiha dinivîse ku ew ji Tirkîyê hate dersînor kirin û dû re sixurên Amerîkî ew li Urdunê desteser kirine.
Karbidestên Tirk heta niha daxuyanîyek nedane. Zavayê Osama Bîn Ladîn Suleyman Ebu Ghaith îsbat dike ku berpirsên êrîşên 11’ê Îlonê bê ceza namînin.
Endamê Kongresê Peter King, herwiha pesna Serok Obama da, jiber girtina Ebu Ghaith.