Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afghanistanê 12 Kes Di Encama Teqînekê de Têne Kuştin


Berpirsên Afghanistanê dibêjin di encama teqîna otombêlekê de 12 kesan jiyana xwe ji dest da û bêhtirî 150 kes birîndar bûn ku piraniya wan xwendekar in.

Berpirs dibêjin êrîşa xwekujî ji aliyê tevgera Talîbanê ve hate pêkanîn.

Ev êrîş di demekê de dibe ku konferanseke aştiyê li bajarê Dewha yê Qeterî birêve diçe ji bo dawîanîna şerê Afghanistanê.

Endamê civata parêzgeha Ghaznî Hesen Raza Yûsifî got otombêl li nêzîkî bingeheke agahdariyê teqiya û di nav kuştiyan de 8 endamên hêzên ewlekariyê bûn.

Serokê beşê tenduristî yê parêzgehê Zahir Şah Nekmal got gelek birîndar xwendekarên dibistaneke nêzîk bûn.

Peyvdarê Talîbanê Zabîhullah Mujahêd berpirsiyariya vê êrîşê ragihand û got armanca êrîşê bingeha agahdariyê bû.

Wî got teqînê bi dehan karmendên agahdariyê kuştin lê Talîban gelek caran jimaran bilind dike.

XS
SM
MD
LG