Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Divê Agirbesta Sûrî bi Temamî bi Cîh Were


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Duşemê got ku biryarên ku Civata Ewlakarî girtine, tenê dema ku bi giştî werin bi cîh kirin, waterdar in.

Guterres bal kişand ku Sûrîyên ku li Gutaya rojhilat ase mane, nema dikarin li benda alîkarîyê bisekinin.

"Ez li bendê me ku agirbest demûdest bi cîh were û berdewam bike da ku alîkarîya mirovahî û xizmetên din, bi awayê demûdest, ewle û berdewamkirî bigehijin kesên hewcedar û sîvîlên nexweşên werin veguhestin û êşên gelê Sûrî werin kêm kirin,” Guterres got.

Berpirsê Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Raad Al Hussein jî got ku ew pêgir in ku biryara agirbestê, demûdest û bi tevahî bi cîh were.

Lê, wî bal kişand ku jiber êrîşên esmanî yên berdewam, ew ji rewşê gelek gumanbar in.

XS
SM
MD
LG