Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Serok George H.W. Bush Îro Tê Washingtonê


Termê serokê berê yê Amerîka George H.W. Bush îro tê Kongresê ku Amerîka bikaribin rêzên xwe ji wî re pêşkêş bikin.

Kesitîyên girîng û civaka giştî Çarşema sibeh wê bikaribin li pêş darbesta Bush derbaz bikin û rêzên xwe raberî wî bikin.

Serok Bush ku di navbera 1989 û 1993an seroktîya Amerîka kiribû, di 94 salîya xwe de derengîya Şemîyê li mala xwe ya li Teksasê miribû.

Jibo Bush dê roja Çarşemê bi merasîmeke fermî li dêra National Cathedral ya Washingtonê were darxistin û dû re termê wî li pirtûkxaneya taybet ya li Teksasê were binax kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê ragihand ku ewê beşdarî merasîma binaxkirina George H.W. Bush bibe û sersaxî ji malbata Bush re bixwaze.

XS
SM
MD
LG