Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akademîsyan Gilbert ku li Îranê Girtî Mabû Cara Yekê Diaxife


Kylie Moore-Gilbert dema li Îranê (Arşîv)

Kylie Moore-Gilbert Akademîsyena Brîtanî-Avusturalyayî ku du salan li Îranê girtî mabû, îro Sêşemê cara yekê ji raya giştî re axifî.

Moore-Gilbert di hevpeyvîneke di televîzyona Sky News ya Avusturalya de ragihand ku ew heft mehan di hucreya yek kesî de hatiye hiştin.

Wê ev yek mîna 'êşkenceya psîkolojîk' binav kir û got ku ev bûye sedam ku hizra kuştina xwe bike.

Hevdem, wê da zanîn ku dema li hucreya bi 4 metreyan de bû, dikaribû tenê bi rêka telefonê bi nobedarên girtîgehê re têkilîyê dayne.

“Hûn bi tevahî dîn dibin. Ew qas zararê dide. Min êşa laşî hîs kir, " Moore-Gilbert got.

Kylie Moore-Gilbert di 2018!an de li Îranê hate desteser kirin û bi tawana sîxuriyê bi 10 sal zîndankirinê hate ceza kirin.

Ew di berdêla 3 Îranîyên ku li derveyî welat hatibûn girtin, di dawîya sala borî hat berdan.

Moore-Gilbert, pisporê sîyaseta Rojhilata Navîn ya li Zanîngeha Melbourne, got ku piştî du hefteyan, saxlemîya wê ya giyanî xirab bû.

"Min digot qey heke bikaribim, ezê xwe bikujim," wê got.

Moore-Gilbert di dema darizandina xwe 9 mehan de, bi grevên birçîbûnê hewl da ku hemberî cazakirina xwe derkeve û herwiha carek hewl daye ku bireve.

"Li ser dîwar hin cîhên tûj hebûn, min jî bi gorê xwe hewl da ku hilkişim ser banîyê girtîgehê, " wê got.

Wê ragihand ku piştî ku ew giheşt ser banîyê girtîgehê,wê dikaribû ber bi bajerekî nêz bireviya.

Lê, wê got ku wê biryar girt ku nerevi jiber ku ew bi kincê girtîgehê bû, zimanê herêmî nizanî bû û ji encamên girtinê ditirstîya.

Moore-Gilbert got ku niha ew li Avusturalya ser başbûna xwe disekine.




XS
SM
MD
LG