Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bo Ruth Bader Ginsburg li Kongresê Merasîmek li Dar Ket


Bo dadgera Qanûna Bingehîn Ruth Bader Ginsburg, ku di 87 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da, li Kongresê merasîmek li dar ket.

Bi merasîma bo Ginsburg, li Kongresê cara pêşî bo termê jinekê merasîm çêbû.

Endamên Kongresê yên Demokrat û Komarî bo xatirxwestina ji Ginsburg li avahîya Kongresê kom bûn.

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi û Serokê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer gava termê Ginsburg ji agahîya Dadgeha Qanûna Bingehîn dianîn Kongresê, li wir hazir bûn.

Pelosi ser Ginsburg dîyar kir ku mirina wê bo gelek kesan wek mirina naseke ji malbatê ye.

‘’Gelek kes bi wê hêvîdar bûn, bi rêberîya wê tevgerîyan, heyranên enerjîya wê û heza wê ya bo hunerê bûn, li dadgehê û li seranserê welêt medenîyetek anî peywendîyan’’ Pelosi got.

Jiber şewba vîrusa korona beşdarîya bo merasîmê hatibû sînordarkirin ku hemî beşdaran jî mask dan ber rûyên xwe.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden û xanima wî Jill Biden, berbijara cîgirîya serok ya Partîya Demokrat Kamala Harris jî beşdarî merasîmê bûn.

Serok Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump jî roja Pêncşemê li Dadgeha Qanûna Bingehîn serdana termê Ginsburg kiribûn.

XS
SM
MD
LG