Şervanên Kurd yên YPG û serhildayên Sûrî endamên Dewleta Îslamî ji bajarê Girê Spî der xistin û bajar bi temamî xist bin kontrola xwe.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got, mîlîtanên DAIŞê ber bi gundên li başûr û rojavayê bajêr ve revîn.
SOHR dîyar kir ku endamên DAIŞê hejmareke mezin ya mayinên erdê çandin seranser Girê Spî.
Hêjayî gotinê ye, Girê Spî dora 100 km dûrî Raqqa ye û rêya serekî ya hatin, çûyîn û wergirtina alîkarîyê ye.
DAIŞê jibo anîna çek û şervanên xwe û herwiha bo bi qaçaxî firotina neftê ew korîdora heyî kar tîna.