Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hejmara Girtîyan di 10 Sal de 191% Zêde Bû


Jinek û zarokek li pêş Girtîgeha Sîlîvrî ya li Stenbolê
Jinek û zarokek li pêş Girtîgeha Sîlîvrî ya li Stenbolê

Li gor îstatîstîkên Konseya Ewrupa, hejmara girtîyên li hepsên Tirkîyê, di navbera 2006 û 2015’an de 191 ji sedê zêde bû bû.

Konseya Ewrupa da zanîn ku welatên ku hejmara girtîyên wan ji kapasîteya hepsên wan zêdetir ji 13’an rabû 15’an.

Di nav van welatan de, xencî Tîrkîyê, Îspanya, Fransa, Macarîstan, Belçîka û Makedonya jî hene.

Li gor daneyên Konseya Ewrupa, berî hewildana darbeyê ya di 15’ê Tîrmehê de jî, li Tirkîyê hejmara girtîyan li gor kapasîteya hepsan zêde ye bûye ku ji her 100 hezar kesî 220 kes hepsî bûne.

Daneyên Konseya Ewrupa nîşan didin ku di 10 salan de, li welatên ku endamên Konseya Ewrupa ne hejmara girtîyan kêm bûye.

Îstatîstîkên konseyê dîyar dikin ku li girtîgehên Ewrupa di navbera 2013 û 2014’an de xwekuştin zêde bûye ku ji her 4 mirinên li hepsê, 1 ji xwekuştinê ye.

XS
SM
MD
LG