Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Rêvebirên Bilind yên Kurd li Amedê Hatin Desteser Kirin


Di vê wêneya arşîvê de Hevseroka BDPê Sebahat Tuncel ji alîyê polîsan ve tê girtin
Di vê wêneya arşîvê de Hevseroka BDPê Sebahat Tuncel ji alîyê polîsan ve tê girtin

Cîgira Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Aysel Tugluk û Cîgirê Hevserokê Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Seydî Firat, endamê berê yê KCD’ê Edip Yaşa, hevserokê HDP’ê yê Amedê Cebbar Leygara îro Duşemê li ser biryara Serdozgerîya Komarî ya Amedê hatin desteser kirin.

Karbidestên serdozgerîyê dîyar kir ku her du cîgir jiber ‘’rêvebirîya rêxistina çekdar’’ hatine desteser kirin.

Firat li Amedê hat desteser kirin, çaverê ye Tugluka li Enqerê hatibû desteser kirin jî veguhêzînin Amedê.

HDP’ê li ser Twitterê li dijî desteserkirin û girtinan bertek nîşan da û xwest serok û rêvebirên wan demûdest bêne berdan.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê da zanîn ku ji 17’ê Berfanbarê heta 26’ê mehê, 508 kes bi îdiaya ku ew alîkarîya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hatine desteser kirin û ji wan 78 kes hatine girtin.

XS
SM
MD
LG