Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Avtenga Hurmuz Amerîka Dilteng Dike


Girtina Avtenga Hurmuz Amerîka Dilteng Dike

Rojnameya New York Times eşkere dike, ku berpirsên Amerîkî yên nexwestin navê xwe bidin nasîn, dibêjin Washington nameyeke şandîye bo Rêberê Bilind yê Îranê, Ayetollah Xameneyî, ku girtina avtenga Hurmuz dê bibe sedema nerazîbûna Amerîka.

Raporta ku roja Pêncşemê dereng hate weşandin got, nameya veşartî di r'ya hikûmeta Swîsre re negihiştibû. Amerîka hergav bi rîya Swîsre peywendîyê ligel rêberên Îranê dike.

Vê dawîyê Îranê gef kiribû bo girtina avtengê ku rêçeke stratejîk e, jibo barkirina petrola cîhanî. Wezîra Derve ya Amerîka, Hillary Clinton destpêka vê hefteyê got, ev gef gelekî metirsîdar e.

Tundîya vê dawîyê di navbera Amerîka û Îran gihiştîye asteke bilind, piştî terorkirina zanyarê atomî yê Îranî di teqîneke bombeyî de Çarşema borî li Tehranê. Îran, Amerîka Îsraîlê bi wê êrîşê tewanbar dike û daxwaz ji Civata Ewlehî ya NY dike ku kuştinê şermezar bike.

Îsraîl û Amerîka ti beşdarbûnê înkar dikin. Lê, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Leon Panetta roja Pêncşemê gote berpirsên Amerîkî hin raman hene ka kî berpirs e.

Welatên Rojava guşar li Îranê kirine bo dawîyê li programa zaxkirina navokîyê bîne. Ew dibêjin ev renge bibe rêçek bo duristkirina çekên navokî. Îran her dibêje programa wê ya navokî bo mebestên aştîyane ye.

XS
SM
MD
LG