Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê bo Guherînê Seqayê Îro Gaveke Dîrokî Davêjin


Rêberên cîhanê îro Înê li navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî gaveke dîrokî davêjin ku bandorên guherîna seqa hêdîtir bikin û hin zararên wê baş bikin.

Pitir jî 60 serok û serokwezîrên dewletên cîhanê û karbidestên payabilnd ji 130 welatên din li New York dicivin ku rêkeftina sala borî ya Parîsê îmza bikin.

Rêkeftin nû dike armanc ku germbûna globalî di asta jêr 2 derece Celsius de sînor bike, nêxşerêyekê bo kêmkirina emîsyona gazên serayê (greenhouse gas emissions) û bandorên neyênî li ser germbûna dinê amade bike.

Sekreretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon pesna rêkeftina Paris da û ew wek bersîvdaneke girîng ya cîhanê, li hember guherîna seqayê bi nav kir.

Hêjayî balkişandinê ye Amerîka û Çîn, ku her du 40 ji sedê emîsyona hemî dinê berpirs in, di merasîmê de amade dibin.

XS
SM
MD
LG