Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî li Dijî Hewildanên Obama Yên Girtina Guantanamo Derdikevin


Komarîyên li Civata Nûneran ya Amerîkî hazirîya gavên qanûnî dikin ku nehêlin Serok Obama biryara daxistina girtîgeha leşkerî ya li Guantanamo Bay, Kuba bide û hin girtî ji Amerîka re bêne veguhastin.

Serokê Civata Nûneran Paul Ryan îro Çarşemê ji nûçegîhanan re got ku qanûndanêr amadekarî dikin ku tedbîrên qanûnî bistînin da ku girtîgeh vekirî bimîne.

Ryan got, bi têra xwe dengê wan heye ku pêşnîyara Obama li Kongresê blok bikin û herwiha vetoya serok pûç bikin.

Obama do Sêşemê plana rêvebirîya xwe jibo girtina girtîgeha Guantanamo Bay eşkere kiribû û gotibû ew girtîgeh ewlekarîya netewî pêş naxe, lê xirabtir dike.

XS
SM
MD
LG