Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Pêştir ê Amerîka Goerge H.W. Bush Koça Dawî Dike


Serokê 41an ê Amerîka George H.W. Bush li mala xwe ya bajarê Houston ê wîlayeta Texas di temenê 94 salî de koça dawî kir.

Ev bû çend salin Bushê bav rastî nexweşiya Parkinson anko lerizîna laş hatibû.

Di jiyana xwe de li ser asta siyaseta Amerîka de, Bush di hilbijartinan de bi serket û jidest da berî ku bibe serokê Amerîka di sala 1989.

Di çar salên xwe yên Koşka Sipî de, Bush fermana operasyona leşkerî li Panama da ji bo rûxandina serkirdeyê wê Manuel Noriega. Piştre wî hêz şandin rojhilata Navîn û diktatrorê Îraqê Sedam Hisên ji ser desthilatê daxist.

Bush asta herî bilind a erêkirina serokatiyê di nav dengdarên Amerîkî de wergirt ku gihîşt 89 ji sedî.

Bush û Barbara Pierce bo 73 salan wek hevjîn li gel hev man, ku dirêjtirîn zewac bû di nav serokên Amerîka de.

Hevjîna wî Barbara, meha Nîsana îsal, di temenê 92 salî de koça dawî kir.

XS
SM
MD
LG