Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl li Colanê Topeka Huşdariyê Davêje Aliyê Sûriyê


Artêşa Îsraîlê dibêje wan topeka huşdariyê avêt aliyê Sûriyê piştî ku artêşa Sûriyê hin avakirin li ser sînor pêkanîn.

Artêş dibêje Sûriyê rêkeftina agirbesta sala 1974an binpê kir bi riya bikaranîna alavên giran ji bo bihêzkirina cihên xwe li herêmeka ne leşkerî di navbera herdû welatan de.

Ew dibêje wek bersiv ji bo van kiryaran, wan hêzên Neteweyên Yekgirtî yên parastina aştiyê agahdar kirin û topeka huşdariyê avêt aliyê Sûriyê.

Ev rûdan dibe di demekê de ku Îsraîl xemên xwe derdibire li dor hebûna Îranê û Hizbulla ya Libnanî li Sûriyê.

Îsraîl dibêje ew dê berevaniya bejewendiyên xwe bike.

XS
SM
MD
LG