Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê Rêya Derbazbûnê li Golan Jinûve Kontrol Dike


Xala Derbazbûnê ya Quneitra
Xala Derbazbûnê ya Quneitra
Hêzên hikûmeta Sûrî rêya Girên Golan jinûve xiste bin kontrola, çend demjimêr piştî ku hêzên serhilda ew rêka derbazbûnê girtibûn destê xwe.

Ew rê li ser xeta agirbestê ya bi Îsralê ye û ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve tê rêve birin.

Çend seet piştî ku serhildayan xala Quneitra ya derbazbûnê standin, Îsraîl îro ragihand ku artêşa Sûrî ev xal careke din kontrol kir.

Ev xala derbazbûnê ku pir hindik tê xebitandin, tekerê ye ku navbera Sûrîyê û deverên bin kontrola Îsraîlê de cî digire û di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî ye.

Dîdevan radigîhînin ku şerên giran li hêla Sûrîyê qewimîne û avahîyên wê derê bi giranî zîyan dîtine.
XS
SM
MD
LG