Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Soza Vegerandina Girên Golanê Dide


Ala Sûrî li ser sînorê Golan

Hikûmeta Sûrî îro Înê soz da ku ewê Girên Golan yên bin kontrola Îsraîlî şûnde vegerîne bin serwerîya xwe.

“Golan beşeke axa Sûrîyê ye ku ji tevahîya welêt kok nayê cuda kirin. Emê bi hemî rêkên ku qanûnên navnetewî didin me, wê herêmê careke din bînin bin kontrola xwe,“ hikûmeta Şamê bi daxuyanîyekê got.

Hikûmeta Sûrî rexne li Amerîka kir ku bê ku desthilata wê hebe serwerîya Îsraîlê ya ser Golan qebûl dike.

“Amerîka bi helwesta xwe ya bêhêş û bêrêz, ne xwedî maf e ku ser çarenivîsa herêmekê û serwerîya Îsraîlê ya ser wê herêmê binase. Ew biryareke neqanûnî ya bêbandor e”.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ew serwerîya Îsraîlê ya ser Girên Golan nas dike û hem dostên Şamê, hem jî neyarên wê biryara Trump şermezar dikin.

XS
SM
MD
LG