Partîya Komarî îro Duşemê kongreya xwe destpê dike da ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi fermî wekî berbijarê serokatîyê binav bike. Ev yek tê du rojan piştî ku Trump li mîtîngeke kempeynê rastî êrîşkarekî hat ku hewil dida wî bikuje.
Li kongeya ku li bajarê Milwaukee yê wîlayeta Wisconsinê lidar dikeve, ewlekarî dê mijareke serekî be, lê ajansên cîbicîkirina qanûnê yên federal dibêjin ew plan nakin ti guhertinan di pîvanên ewlekarîyê de bikin.
Audrey Gibson-Cicchino, kordînatora kongreyê ya Polîsê Taybet yê Amerîkî do Yekşemê got ku “em jibo planên elwekarî yên vê helkeftê piştrast in û em amade ne. Em ti guhertinên ewlekarî çaverê nakin.”
Trump ji rojnameya The Washington Examiner re got ku axaftina wî ya roja Pêncşemê li kongreya komarî dê gelek zehmet be û ewê balê bide ser siyasetên Serokê Amerîkî Joe Biden, lê niha ewê herwiha bangên jibo yekîtîya niştimanî di nav de cih bigirin.
“Ev derfetek e ku em hemû welêt bînin cem hev, heta hemû cîhanê. Ewê gotar gelek cuda be ji tiştê ku min berî du rojan gotiba,” Trump got.
Biden do Yekşemê got ku teqekirina ser Trump “tersî her tiştê ku em wekî welat bawerîyê pê dikin. Em wekî gel ne wisa ne, ev ne tiştekî Amerîkî ye. Em nikarin rê bidin ku tiştekî wisa biqewime.”
Serokê Amerîkî herwiha got ku wî gav avêtine ku fermanan bide Polîsê Taybet "hemû çavkanî, karîn û şêweyê parastinê bide Trump da ku ewlekarîya wî ya berdewam piştrast bibe."
Biden herwiha got ku ew pêşbînî dike ku Komarî vê hefteyê karê wî rexne bikin, li dema ku nêrîna xwe jibo welêt nîşan bidin. Wî herwiha dîyar kir ku ew bixwe vê hefteyê di mîtîngan de karê rêvebirîya xwe nîşan bide.
“Ezê bi berdewamî bi xurtî behsa demokrasîya me bikim, jibo destûr me û desthilatdarîya qanûnê berevanîyê, banga xebatê li ser sindoqên dengdanê bikin, ne ku bi rîya tundûtûjîya ser kolanên me. Divê demokrasî wisa bimeşe,” Biden got.
Hinek agahîyên vê nûçeyê ji Reuters, AP û AFP hatine wergirtin.