Lînkên eksesibilîtî

Omer Saîd Alî Dibe Rêberê Nû yê Tevgera Goran


Tevgera Goran di cîvîna îro de Omer Saîd Alî wek rêberê xwe yê hilbijart, piştî ku Newşîrvan Mustafa koça dawî kiribû.

Alî di kombûna Civata Netewî ya Goran ya 58 endaman de, bi 38 dengan wek rêberê nû hate hilbijartin.

Ew di sala 1945’an de li Silêmanî hate dinê anî û di 1974’an de bûbû yek ji rêberên Komala û du sal paş ji alîyê rejîma Saddma Huseyîn ve hatibû zindan kirin.

Alî ku di 1980’î de, di êrîşeke esmanî ya rejîmê de birîndar bûbû, di 1992’an de bûbû endamê Parlemana Kurdistana Îraqê.

Rêberê nû yê Goran di 2009’an de ji Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) cihê bûbû û tev li Tevgera Goran bûbû.

XS
SM
MD
LG