Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gorek bi Kom li Lîbya bi rofatê 1270 Kesan Hat Vedîtin


Gorek bi Kom li Lîbya bi rofatê 1270 Kesan Hat Vedîtin
Gorek bi Kom li Lîbya bi rofatê 1270 Kesan Hat Vedîtin

Desthilatdarên demkî yên Lîbya dibêjin wan gorek bi kom vedîtine ku rofatê 1270 kesan tê de ye ku bi destê hêzên Muamer Qezafî hatine kuştin.

Ew gora bi kom li nêzîk girtîgeha Abu Selîm li nêzîk Trablusa paytext hate vedîtin ku li sala 1996'ê ew kes hatibûn kuştin piştî rexne sebaret rewşa girtîgehê girtibûn. Tûrebûna li ser wê komkojiyê alîkar bû di ware serhildana wê şoreşa Lîbya de ku bû eger ladana Qezafî li meha bihurî.

Karbidest dibêjin lêkoleran du heftiyan berî niha ew cih peyda kirin, piştî pêzanîn ji şahidan û karbidestên berê yên Qezafî bi dest anîbûn.

Ji layek din ve, roja Yekşembî firokên şerkerên NATO bajarê Sirte bombebaran kirin.

XS
SM
MD
LG