Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden: Amerîka bi Hevalbendên Xwe Xurt E


Serokê Amerîka Joe Biden di roja 100’an ya seroktîya xwe de, re şeva Çarşemê gotara yekê ya ji her du beşên Kongresa Amerîkî pêşkêş kir.

Biden got ku dema ew posta seroktîyê wergirt, welat rûbirûyê krîzeke dîrokî bû.

“Pandemîya herî xirab ya sedsalê. Ji Tengahîya Mezin vir ve krîza aborî ya herî xirab. Ji Şerê Navxweyî vir ve êrîşa herî mezin ya hember demokrasîya me. Niha, piştî 100 rojan ez dikanim ji gelê me re bibêjim ku Amerîka jinûve rabûye ser pêyan.

Biden got ku ew xeterîyên pêş xwe bikin pêkanîyî, krîzan bizivîrinin derfetan û astengan jî bikin hêzdarîyê. Dibe ku carna felek pişta me bişkîne, lê li Amerîka ewê ti car binketî nebin.”

Serok got ku ne Wall Street, lê çîna navîn Amerîja afirandiye û ew jî ji hêla sendîkayan ve hatiye afirandin.

“Loma ez bang li Kongresê dikim ku bona piştgirîdana sendîkayan pêşnîyara Qanûna Parastina Mafê Rêxistinbûnê bipejirîne û bişîne maseya min. Divê em mûçeya saetî zêde bikin û herî kêm bînin asta 15 dolaran jiber ku nabe kesên ku di hefteyekê de 40 saet dixebitin di xizanîyê de bijjîn.”

Serok bi berdewamî got ku divê Amerîka girîngî bide lêkolîn û xebatên pêşvebirinê da ku di kêbirkeya teknolojîk de li paş nemîne.

Wî bi bîr xist ku tevî ku Amerîka çend dehsal berê du ji sedê dahatîya xwe ya giştî bo lêkolîn û xebatên pêşvebirinê xerc dikir, niha ew rêje ketiye kêmtir ji yek ji sedê loma Çîn û dewletên din bi lezgînî nêzî hêza Amerîka dibin.

“Divê em berhem û teknolojîyên siberojê yên wek baterîyên pêşketî, bîoteknolojî, çîpên kompîteran û enerjîya paqij kontrol bikin.”

Serok Biden, wek çaverêkirî ji Plana Malbatên Amerîkî re, ku li ber e di demeke nêzîk pêşkêşî Kongresê bike, piştgirî xwest.

“Ez Plana Malbatên Amerîkî tînim pêşîya we ku hewil dide çareserîya çar pirsgirekên serekî bike. Ya yekê wergirtina perwerdeyeke baş e. Divê, xencî 12 salên xwendinê, em çar salên din yên perwerdeya civakî raberî hemî Amerîkîyan bikin. Divê em ji hemî zarokên 3 û 4 salî re du sal xizmetên berî dibistanê pêşkêş bikin û divê em dû re du salên xwendina bilind li zanîngehên dewletê zêde bikin.

Ya duyê Plana Malbatên Amerîkî wê lênerîna zarokan ya bi kalîteyeke baş û buheyeke nizim pêşkêşî malbatan bike ku ti malbat pirtir ji % 7 dahatîya xwe jibo mesrefên lênerîna zarokên xwe yên heta 5 salî xerc nekin.

Xala sisêyan ev e ku Plana Malbatên Amerîkî wê heta 12 hefte îzina diravî ya girêdayî pêdivîyên malbatî û yên nexweşîyan pêşkêş bike.

“Nabe ku ti kes di navbera karê xwe yê dabarê û lênerîna xwe yan malbat û hezkirîyên xwe bijartinê bike.

Ya çarê Plana Malbatên Amerîkî rastxwe diravan têxe berikên bi mîlyonan malbatên Amerîkî.

“Di Adarê de me serî alîkarîya her zarokekî Amerîkî zêde kir da ku ti zarok di nava hejarîyê de nejî. Plana Malbatên Amerîkî jibo 9 mîlyon Amerîkîyan bîma (sîgorta) saxlemêyê berdest kir. Divê em alîkarîya malbatan bikin û buhayê dermanan erzantir bikin jiber ku li cîhanê dermanên herî buha li Amerîka têne firotin.”

Biden got ku ewê baca kesên ku salê ji 400,000 pirtir pere qezenc dikin, pirtir bike jiber ku êdî dem hatiye ku kompanîyên mezin Amerîkî û % 1 kesên herî dewlemend jî êdî destên xwe têxin bin barê heyî û wî barî hilgirin ser milên xwe.

“Lêkolîneke vê dawîyê nîşan dide ku sala borî 55 kompanîyên herî mezin yên vî welatî sifir qe baca federalî ya dahatîyê nedane… Ew ne rast e. Emê di sîstema bacê de guhertinan çêkin ku kompanî û holdîngên mezin jî bi rewayî bacên xwe bidin û piştgirîya projeyên giştî yên civakî bikin.

Serok Biden di gotara hevbeş de qala mijarên girêdayî sîyaseta derve jî kir û got ku ewê her tişt bi hevbendên xwe re bikin.

“Ti gel nikare bi serê xwe krîzên serdema me tenê çareser bike. Ji terorîzmê bigire, heta çekên navokî, koçberîya girseyî, ewlehîya ser înternetê, guherîna îqlimê û niha jî wek em rûbirû ne pandemî divê bi hevkarî werin çareser kirin.

“Ti dîwar tuneye ku bikaribe me jî vîrusê biparêze. Me gelek vaksîn peyda kirine û çawa me di serdema Şerê Cîhanê yê Duyê de alîkarîya cîhanê kir, emê di şerê dijî korona de jî alîkarîya cîhanê bikin.”

Min ji serokê Çînê Xi re got ku em xerhatina pêşbazîyê dikin û li belayan nagerin, lê min di heman demê de bi zelalî ji wî re got ku emê di hemê waran de berjewendîyên Amerîkî biparêzin.

“Min ji serokê Çînê Xi re got ku emê rê nedin kiryarên nerewa yên bazirghanîyê, pêşîya dizîya teknoljîya Amerîkî bigirin û li herêma Hîndu-Pasîfîk hebûna xwe ya leşkerî, bona pêşîgirtina şer û pevçûnan bidomînon.

Derbarê Rûsya jî min ji serok Putin re bi zelalî got ku ew şer naxwazin lê berdela hemî kiryarên Rpsyayê wê hebe.

“Min bi awayekî balanskirî û dîrekt bersîvdana maytekirina Rûsya ya di hilbijartinên me de û êrîşa wê ya înternetî ya ser hikûmet û kompanîyên me da.”

Biden bi berdewamî got ku programên navokî yên Îranê û Koreya Bakur ji ewlekarîya Amerîkî re xeterîyeke girîng e, loma ewê bi hevalbendên xwe re çawatîya pêşîgirtina wan dewletan gotûbêj bikin.

Serok Biden qala şerê Amerîkî ya li Afganistanê jî kir û got ku ew dawî li wî şerî tînin.

“Em çûne Afhanistanê ku dijî terorîstan şer bikin ku di 11ê Îlonê de êrîşî me kiribûn. Me cezayê

Osama Bîn Ladin da û gefa terorîstên El Qayde li Afganistanê lawaz kir. Piştî 20 salên egîdî û fêdakarîya Amerîkî, êdî dema vegera malê hatiye.”

Serok Biden bi bîr xist ku El Qayde û DAIŞ li Yemenê, Sûrîyê, Somalî û cîhên din yên li Afrîqa û Rojhilata Navîn hîn xurt in.

Hêjayî balkişandinê ye ku cara yekê be ku îşev du jin li paş Biden bisekinin ku ew jî cîgira Kamal Harris e ku di heman demê de wek seroka Civata Senatoran tê qebûl kirin û herwiha Nency Pelosi ku ew jî seroka Civata Nûneran e.

Dîsa, jiber pandemîya korona ji salên berê hindiktir mêvan di gotara hevbeş de amade bûn û Serok Biden jî bi rûberk (mask) peyîvî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG