Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Nû ya Koçberên Vegerandî ji Yunanistanê Giheştin Tirkîyê


Komeke 45 koçberên Pakistanî, piştî rêwîtîyeke kurt ji kampeke girava Lesbos ya Yunanistanê, giheştin bajarokê Dikili ya Tirkîyê.

Ew kesên vegerandî, koma duyê pêk tînin ku di bin peymana kêşebar ya navbera Yekîtîya Ewrupa (YE) û Tirkîyê de ji Tirkîyê re têne zivirandin.

Li ber e keştîya din ya Tirkî ku 80 koçberên bîne keştîgeha Dikili, demeke paştir ya îro bigiheje Tirkîyê. Karbidestên Yunanî dibêjin ku kesên vegerandî li ti welatekî Yekîtîya Ewrupî serîledana penaberîyê nekiriye.

Piştî rexneyên ji rêxistinên mafên mirovan, karbidestên Yekîtîya Ewrupî Çarşemê gotibû, hemî kesên ku rûbirûyê vegerandinê ne, wê derfet bê dayîn ku bikaribin serîledana mafê panebarîyê bidin.

YE herwiha ragihandibû ku kesên ku serîledana wan hatine red kirin jî wê bikaribin di nav pênc rojan de îtîraza wê biryarê bikin.

XS
SM
MD
LG