Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Lindsey Graham: Kurdan Dijî DAIŞ'ê bi Tundî Şer Kir û Bûn Hevkarên Hêja


Senatorê Komarî Lindsey Graham ji Twitterê bang li Serok Donald Trump kir ku ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve vekişîna ji Sûrîyê guh bide ser ‘’şîretên leşkerîyê yên xurt.’’

Graham dîyar kir ku ger Trump leşkerên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne ewê ‘’şaşîya ku Obama li Îraqê kirî’’ dubare bike.

‘’Kurdan dijî DAIŞ’ê bi tundî şer kir û bûn hevkarên hêja, ew pirtir piştgirîyê heq dikin’’ Graham got.

Wî da zanîn ku ew jî berevanîya leşkerên Amerîkî dike lê ‘’jibo vekişîna ji Sûrîyê divê şertên vekişîna tam çêbin.’’

Piştî biryara Trump ya ser vekişandina leşkerên li Sûrîyê, Graham bi tundî rexne kiribû.

Graham, tevî pênc senatorên din, ku yek ji wan Demokrat bû û çar Komarî bûn, ji Trump re nameyek şandibû û dîyar kiribû ku vekişandina leşkerên Amerîkî, dê destê Beşar Esad, Rûsya û Îranê xurt bike.

Amerîka, di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike.

Tirkîye, HSD'ê û YPG'ê wek rêxistinên terorîst dibîne û karbidestên wê dewletê didin ku ewê di nêz de dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonê bikin.

XS
SM
MD
LG