Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Hêşta Bêy Hikûmet e


Serokê Yunanistanê serkeftî nebû li bizavên xwe jibo pêkanîna hikûmeteka nû ya hevalbend.

Serok Karolos Papoulias roja Yekşemê bi rêberên sê partîyên sîyasî re civîya, Partîya Demokrasî ya Nû ya konservatîv, Partîya Syriza ya lîbral û partîya PASOK ya sosyalîst.

Civîna Serokê Yunanistanê bi partîyên sîyasî re, bizava wî ya dawî ye jibo pêkanîna hikûmeteka nû bêy ku hilbijaritnên nû bêne kirin.

Li roja 6’ê Gulanê hilbijartin li Yunanistanê hatin kirin, lê belê tu partî dengên pêdivî bidest nexist jibo pêkanîna hikûmetê yan hevalbendîyeke piranî.

Partîya Demokrasî ya Nû û PASOK dikarin hikûmteke nû pêk bînin bi alîkarîya partîya Çep ya Demokratîk. Partîya Çep ya Demokratîk radigihîne ku bêy Partîya Syriza ew beşdarî hikûmetê nabin.

XS
SM
MD
LG