Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qeraxa Yûnanistanê 12 Koçberê Mirî Têne Dîtin


Nobedarên deryayî yên Yûnanistanê dibêjin 12 koçber mirî li derya Eyonî hatine dîtin û 21ên din hatin rizgarkirin, piştî ku qeyika wan binav bû.

Tîmên rizgarkirinê li rizgarbûyên bêhtir digerin.

Peyvdarekî polîsê deryayî ku nexwest navê xwe diyar bike, ji ajansa Associated Press re got ev rûdan li nîvgirava Yûnanî Paxos bû.

Wî got li gor raporta seretayî, 50 kes di qeyikê de bûn.

Nobedarên deryayî got kesekî ji ser pişta qeykê demjimêr 9:15 ê serê sibê telefona jimara 112 a tengaviyan kir.

Herî kêm çar gemiyên bazirganî, şeş gemiyên nobedarên deyayî û firokeka helîkopter li kesên rizgarbûyî digeriyan.

XS
SM
MD
LG