Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Grînland Dibêje ku Axa Wê Ne jibo Firotinê Ye


Grîland
Grîland

Rêvebirîya Grînlandê, ku girêdayî Danîmarka ye, ragihand ku axa wan ne jibo firotanê ye, lê ew ji hatina kampanîyên cîhanê re vekirî ne.

Rojnameya Wall Street Journal dîyar kiribû ku Serokê Amerîka Donald Trump dixwaze ku Grînlandê bikire.

Grînland girava herî mezin ya cîhanê ye.

Rêvebirîya wê bi daxuyanîyekê da zanîn ku peywendîya wan û Amerîka baş e û got ku "bêguman Grînland ne di firotanê de ye"

Rojnameya Wall Street Journal nûçeya xwe, bê ku navê wan eşkere bike sipartibû şêwirmendên Trump.

XS
SM
MD
LG