Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Greta Thunberg: Cîhan Niha Dişewite


Bizavkara îqlimê Greta Thunberg ya 17 salî li Foruma Aborî ya Cîhanê axaftinek kir.

Thunberg di rûniştina bi navê ‘’Astengkirina Qiyameta Îqlimê’’ de peyivî.

‘’Ger we ferq nekiriye, cîhan niha dişewite. Mala me hîn jî dişewite û jiber ku hûn tiştekî nakin ew agir gur dibe’’ Thunberg got.

Wê ser kempeyna çandina daran ya Foruma Aborî ya Cîhanê jî da zanîn ku ew tiştekî baş e lê şûna tedbîrên bo îqlimê nagire.

Serokê Amerîka Donald Trump jî dîyar kiribû ku ewê piştgirîyê bidin kempeyna daran.

Thunberg, di Tebaxa 2018’an de li pêş parlamana Swêdê sê hefteyan çalakîya rûniştinê li dar xistibû.

XS
SM
MD
LG