Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Girtîgehên Tirkîye Grevên Xwebirçîhiştinê di Roja 98’an de Didomin


Kordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê

Zindanîyên ji dozên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partîya Azadîya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) dijî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li zindanan ev 98 roj in dest bi greva xwebirçîhiştinê kirin.

Hin rêxistinên mafên mirovan, sazîyên hiqûqî û saxlemîyê û sazîyên civaka sivîl têkildarî grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkîye, di bin navê “Kordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê ya Marmara” li Stenbolê daxuyanîyek dan.

Kordînasyona ji Komala Mafên Mirovan (IHD), Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkîye (TIHV) Komala Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD), Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD)Komela Alîkarî û Piştevanîya Malbatên Girtîyan ya Marmara (MATUHAY-DER) pêk tê, xwest ku hikûmet zindanîyan bi cîh bîne.

Endamê Komîteya Rêvebir ya TIHV’ê Umît Bîçer daxuyanî xwend û got ku ji sala 2000’an vir ve tecrîd bi awayekî sîstematîk û berfireh li zindanan tê meşandin.

“Tecrîd ser jîyana zindanîyan xeterîyan çêdike. Bêguman tecrîd dijî mafên mirovan û dijî hiqûqê ye û ev nayê qebûl kirin. Herwiha ev tecrîd li gor armancên sîyasî tê meşandin û ev jî dibe sedema newekhevîya mafên zindanîyan.”

Bîçer bi berdewamî got ku polîtîkaya tecrîdê ji xeynî zindanan tevahîya civakê tehdît dike.

"Em wekî rêxistinên mafên mirovan, sazîyên hiqûqî û yên saxlemîyê dîyar dikin ku emê xebatên xwe yên jibo bidawîkirina êşkenceya tecrîdê ya li zindanan bi rêbazên zêdetir û bi bandor bidomînin û em jî bîragiştî jî piştgirî û hestîyarî dixwazin.”

Piştî Bîçer, nûnerên sazîyên din jî axîfîn û bal kişandin ser binpêkirina mafên zindanîyan û xwestin ku bêrî ku saxlemîya zindanîyan xirabtir be, daxwazên wan werin bicîhanîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG