Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Grubên Hevrik yên Fîlîstînî Qayil Bûn ku Hikûmeta Yekîtîyê Damezrînin


Grubên Hevrik yên Fîlîstînî Qayil Bûn ku Hikûmeta Yekîtîyê Damezrînin

Grubên hevrik yên Fîlîstînî Fatah û Hamas qayil bûn ku di bin rêbertîya serokê niha Mahmud Abbas de, hikûmeteke yekîtîyê damezrînin.

Karbidestekî Fîlîstînî roja Duşemê got, rêkeftin di kombûneke de, li Qatarê de pêk hat.

Heman karbidest got, rêkeftin ji birêz Abbas daxwaz dike ku li şûna Selam Feyyad yê bi piştgirîya Rojavayê, erka serokwezîrîyê jî rêve bibe.

Heta niha dîyar nebûye ku hikûmeta np dê kengê were damezrandin.

Hamas û Fatah cara pêşîn Gulana sala çûyî hevbîr bibûn ku hikûmeteke yekîtîyê ava bikin. Hamas Kerta Gaza’yê rêve dibe û Fatah jî Rêvebirîya Fîlîstînî ya nermrê ya li Kenara Rojava’yê kontrol dike.

XS
SM
MD
LG