Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamê Grup Yorum’ê Gokçek Piştî 323 Rojan Navber Da Rojîya Mirinê


Grup Yorum di konsertekê de
Grup Yorum di konsertekê de

Endamê koma muzîkê ya bi navê “Grup Yorum” Îbrahim Gokçek piştî 323 rojan îro Seşêmê navber da rojîya mirinê.

Piştî vê biryarê ew jibo dermanirinê ji nexweşxaneyeke taybet ya li Stenbolê re hat veguhastin.

Gokçek jiber zextên li ser Grup Yorumê û qedexeya darxistina konseran berî 323 rojan dest bi rojîya mirinê kirîbû

Endamên Grup Yorum û piştevanên wan
Endamên Grup Yorum û piştevanên wan

Endamên Grup Yorum’ê jî ser navber dayîna rojîya mirinê ya Gokçek daxuyanîyek li ber avahîya Dîrenîş Evî (Mala Berxwedanê) ya li Sariyerê Stenbol’ê dan.

Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Huda Kaya, parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Alî Şeker, Seroka Komela Mafên Mirovan (IHD) ya Şaxa Stenbol’ê Gulseren Yolerî tev li civînê bûn.

“Berxwedana me serkeftineke sîyasî bi dest xist. Hemî cîhanê berxwedana me bihîst, tekoşîna me wê bidome,” Grup Yorum got.

Huda Kaya jî xwest ku li Tirkîye azadîya ramanê neyê asteng kirin.

“Em xwedî li vîn û helwesta Îbrahîm derdikevin. Em daxwaza Îbrahîm ya jibo rakirina qedexeyên konseran wek daxwaza xwe dibînin û emê xwedî li vê deaxwaze derkevin. Em soz didin ku heta konser were dayîn em berpirsîyê digirin ser xwe.”

Alî Şeker jî got ku mirovekî jibo konserekê 323 rojan canê xwe dide ber mirinê. “Ev jibo me şermek e. Ez hevî dikim ku Îbrahîm di demek nêz de bigiheje tendirustîya xwe.”

Parêzerê Grup Yorum’ê Kerem Karakurt jî li ser medyaya civakî hin eyam dan.

“Jibo pêkanîna Konsera Tirkîye ya Serbixwe me serlêdana Walîtîya Stenbolê kiriye û ew li benda bersîva daxwazên xwe ne.”

Endamên Grup Yorum’ê Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek, jiber ku daxwazên wan nehatibû cîh, biryara rojîya mirinê dabûn. Bolek 3’ê Nîsan’ê di roja 288’an de jîyana xwe ji dest dabû.

Hêjayî birxistinê ye ku Grup Yorum 34 sal in li Tirkîye’yê muzîkê dike û xebatên hunerî li Navenda Çanda Îdîl’ê ya li Stenbolê didomîne.

MEB_05_05_2020_Grup_Yorum_Gokçek
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG