Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareka Parlamenterên Ereb: Em Dest ji Kerkukê Bernadin


Parlamentoya Îraqê.

Jimareka Parlamenterên Erebên Îraqî peyamek arastê partên Kurdî kirin û dibêjin ku benda 140 ya qanûna bingehîn a Îraqê hilweşîya ye.

Ew parlamenter, ku nûneratîya parêzgehên Kerkuk, Musil, Dîyale û Selaheddîn dikin, dibêjin ku Herêma Kurdistanê mayê xwe di karûbarên Kerkuk û deverên din dike.

Komela parlamenterên Ereb herwiha dibêjin ku ew her rêkeftineka navbera Kurd û Serokê Lîsta El Îraqêye Ayad Allawî li ser Kerkukê red dikin.

Di bersiv de, parlamentera Kurd Ala Talebanî got ku ev komela parlamenterên Ereb herdem dijatîya berjewendîyên Kurdan dikin.

Benda 140 taybet e bi çareserkirina pirsa deverên kêşe li ser li Îraqê.

Jibo pêzanînên pitir, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG