Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Welahî Ez ê Cîhanê Ser û Bin Bikim


Nûrî El Malikî
Nûrî El Malikî
Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî dibêje ku daxwaza amadebûna wî li parlemana Îraqê beşek e li kampênên hilbijartinan û gef kir ku eger ew biçe parlamenê, wê gelek tiştan eşkere bike.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona El Îraqîye, Malikî got “welahî ez ê cîhanê ser û bin bikim eger biçime parlemanê.”

Serokwezîrê Îraqî, yê Şîe, dibêje ku ew jiber parastina niştîmanî ya welatî hinek pirsan eşkere nake. Wî got eger wan pirsan eşkere bike, hem li parleman û hem jî li welatî şer çêdibe.

Hevdem, cîgirê serokê Îraqî Tariq El Haşimî, yê Sunnî, got ku Îraq di bin desthilata Nûrî El Malikî de niha gef e jibo parastina niştîmanî ya Ereban.

Haşimî ji layê hikûmeta Malikî bi terorê hate tometbarkirin û revîya Tirkîyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG