Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido Gihişt Welat Û Amerîka Rejîma Maduro Hişyar Dike


Gihiştina Juan Guaido ya Firokxana navnetewî ya Simon Bolivar Caracas bo kenalên Mediyaê diaxive 04.03.2019
Gihiştina Juan Guaido ya Firokxana navnetewî ya Simon Bolivar Caracas bo kenalên Mediyaê diaxive 04.03.2019

Rêberê opozisyona Venezuela Juan Guaido yê ku pirnaiya welatên rojava wî weke serokê rewa yê Vevezuela nas dikin, îro Duşemê vegeriya welatê xwe. Piştî ku gihişt Firokxana Caracas ya paytext û ji kontrolê derbaz bû b irêya twîtekê weşand û got, ez ji xala kontrolê "bi şêweke serketî" derbaz bûm.

Hin kenalên Televizyonî yên navxweyî dîmenên vegera Juan Guaido weşandin, piştî ku seredana çend welatên Amerîka Başûr kir bû.

Piraniya welatên Rojavayî Juan Guaido weke serokê rewa yê Venzeulea dibînin, berî ku Guaido bihê nava welata, wî got bû ewê bihê pêşengiya xwepêşandanan bike li dij serokê Venezuela Nicolas Maduro.

Dihat texmîn kirin ku Guaido dema bigihe welatê xwe dê bi tawana binpêkirina sefer û derbaskirina sinorê welat bihê girtin, rejîma Madyro gel li wî kir bûn dema ku ew vegerê dê bihê girtin.

Amerîka rejîma Maduro hişyar kir ku rêberê opozisyona Venezuela û serokê rewa Juan Guaido binçav neke.

Guaido bi germî li paytext Caracas ji aliyê xwepêşanderan ve hat pêşwazî kirin û bang li gel kir ku li seranserî welat li dij Maduro derkevin xwepêşandanan.

XS
SM
MD
LG