Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido û Trump Ser Piştgirîyê Axifîn


Guaido û Trump
Guaido û Trump

Serokê Amerîka Donald Trump û Rêberê Rikeberîya Venezuela Juan Guaido, ku xwe wek serokomarê demkî ragihand, bi rêka telefonê axifîn.

Berdevika Qesira Sipî Sarah Sanders bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Trump bo ‘’piştgirîya xurt ya bo jinûva çêbûna demokrasîya li Venezuela’’ bi Guaido re peyiviye.

Li gor daxuyanîyê, Trump û Guadio li hev kiriye ku di peywendîyê de bin.

Trump serê sibê di Twitterê de dîyar kiribû ku divê Amerîka heta bangeke nû serdana Venezuela nekin.

Rêvebirîya Amerîka dîyar dike ku desthilatdarîya rejîma Nicolas Maduro ne rêwa ye û piştgirîya Guaido dike.

XS
SM
MD
LG