Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido: Piranîya Berpirsên Artêşê Dibêjin Kêşeyên Venezuela Gur û Giran Bûne


Juan Guaido
Juan Guaido

Rêberê Rikeberîya Venezuela Juan Guaido dîyar kir ku bo ew Nicolas Maduro ji desthilatê gêr bikin bi artêşa wî welatî re hevdîtinên bi dizî kirîne.

Guaido di nivîsa xwe ya li New York Timesê de qala hevdîtinên bi artêşê re kir.

‘’Me bi hêzên çekdar û karbidestên ewlekarîyê re hevdîtinên nepenî kirin. Ger artêş piştgirîya bo Maduro vekişîne ewê di guherandina hikûmetê de roleke girîng bilîze’’ Guaido nivîsî.

Wî da zanîn ku piranîya karbidestên artêşê didin zanîn ku kêşeyên Venezuela êdî ‘’gur û giran’’ bûne.

Juan Guaido hefteya borî xwe wek serokomarê demkî yê Venezuela ragihandibû.

Amerîka û 20 dewletên din dijî Maduro, piştgirîya Guaido dikin û li alîyê din, Rûsya, Çîn û Tirkîye bo Maduro piştgirîya xwe ragihandin.

XS
SM
MD
LG