Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Dixwaze Girtîgeha Guantanamo Bay Bigire


Serok Barak Obama plana rêvebirîya xwe jibo girtina girtîgeha li Guantanamo Bay, Kuba, eşkere kir û got ew girtîgeh ewlekarîya me ya netewî pêş naxe, lê bin têxe.

Heke, herwekî netewekî em niha li hev nehên em dê kengî li hev bihên? Obama li Qesra Spî pirsî, paşî ku Wezareta Parastinê ew plan roja Sêşemê rêkir Kongresê. Wî bang li Kongresê kir ku “li ser rexê rast yê dîrokê bin” û hêvîyên xwe anî ziman ku netew li gor dersên di 15 salên dawî da hatin fêrbûn, tev bigere.

Komarîyan pêşnîyazîya Pentagonê rexne kirin. Serokê Komîsyona Ewlekarîya Navxweyî Michael McCaul dibêje ew di şer da ne, lê pir ecêb e ku serok li şûna ku yên nû bigire, ew li dû berdana şerkerên dijminan e.

Lê, karbidestekê rêvebirîyê yê paye bilind got girtina girtîgehê pêşîtîya ewlekarîya netewî ye û ser da got girtîgeh bûye kanîya leşkervergitina terorîstan.

Serok Obama girîngîya daxistina girtîgehê gava ku 2009 hatî ser karî anîbû ziman, lê hîn salek kêmtir jibo seroktîya wî mayî, 91 girtî li Guantanamo mane.

Obama got, gava ew hat ser kar desteka her du partîyan jibo girtina girtîgehê hebû, lê bi derbasbûna demê qanûndanêr ketin ber xema polîtîkaya vê.

XS
SM
MD
LG