Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guardian: Endamên DAIŞ'ê bi Pasaportên Sexte Derbazî Ewrupayê Bûne

Dîmenek ji firîngeha Stenbolê. Wêne ji arşîvê ye.
Dîmenek ji firîngeha Stenbolê. Wêne ji arşîvê ye.

Rojnameya Guardian ya Brîtanî li ser zarê karbidestekî Amerîkî îro Sêşemê got ku hinek endamên DAIŞ’ê bi rîya pasaportên sexte derbazî Ewrupayê bûne.

Li gor vekolîna rojnameyê, Tirkîye bûye navenda bazirganîyeke bi qezenc ya belgeyên rêwîtîyê yên sexte.

Rojnamevanên ku xwe wekî bikirên pasaportan dabûn nasîn, dît ku kesên van belgeyan difiroşin dikarîbûn sîstemên ewlekarîyê li xalên derbazbûnê yên sînorî bixapînin.

Guardian dîyar kir ku pasaportên gelek welatên wekî Belcîka, Fransa û Rûsyayê bi vê rîyê têne sexte kirin.

Rojnameya Brîtanî herwiha eşkere kir ku kompanîya Istanbul Global Consulting, ku xwedîyê wê Uzbek e û bingeha wê li Tirkîyê ye, buhayê heta 15,000 dolar li ser kopîyên pasaportan distîne.

Tevî nebûna teknolojîya biometrîk, van kesan dikarîbû bi belgeyên sexte karbidestên kontrolkirina sînor bixapînin, rojnameyê got.

Ev yek di salên 2014 û 2015’an de hate kirin dema ku terorîstên DAIŞ’ê bi pasaportên Îraqî û Sûrî yên sexte xwe wekî penaber didan nasîn.

Ji wê çaxê ve, gelek welatan kontrolkirina sînorên xwe astê kirine û karbidestên kontrolê ser standardên nû perwerde kirine.

Karbidestekî Wezareta Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkî ji Guardian re got ku, “Em haydar in ku endamên DAIŞ’ê pasaportên sexte bikar tînin jibo ku derbazî Ewrupayê bibin, û dezgehên ewlekarî yên Ewrupî jî ne serkeftî ne ku wan tevan bigirin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG