Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guardian: Di Şerê de Sûrîyê de Heta Niha 400,000 Kes Hatin Kuştin


Rojnameya Guardian roja Pênçşemê ragihand ku di şerê sîvîl yê pênç salan de 400,000 Sûrî hatine kuştin û 70 hezarên din jî jiber kêmahîya pêdivîyên bingehîn wek ava pakij û xizmetguzarîya tendirustîyê mirine.

Rojnamê ji zarê Navenda Lekolîna Polîtîk ya Sûrî ragihand ku %11 ji civaka Sûrî di şerê berdewam de birîndar bûne û zîyanên mezin dîtine.

Koalîsyona di bin serokatîya Amerîka de hevl dide ku mîlîtanên Devleta Îslamî tune bike û Serok Beşar Esad jî desthilatê berde.

Nêzîkî ji 400,000 yên mirî rasterast girêdayî tunditîyê ye, lê 70,000 jiber nebûna xizmetên tendirustîya rêkûpêk, derman, ava pakij û tunebûna cîhên jîyanê mirine.

Dîsa rojnamê ragihand ku 1.9 mîlyon kes hatine birîndar kirin. Rêjeya dirêj ya jîyanê ku di sala 2010 de 70 bû, di sala 2015 ketîye 55.4ê. Bi giştî Guardianê got zirara aborî bi texmînî 255 mîlyar dolar e.

XS
SM
MD
LG