Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Tirkîyê Gul: Saxlemîya Min Baştir Dibe


Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul li nexweşxaneyê, ji hesaba xwe ya Twitter’ê piştrast kir ku saxlemîya wî baştir dibe.

Birêz Gul jiber îltîhaba guh (kulbûna guh) serdana xwe ya Qirgizistanê nîvçe hêlabû û beştarî li pîrozbahîyên “Cejna Serkeftinê” nekirîbû.

Serokomarê Tirkîyê Gul yê 61 salî ku rola wî ya di sîyaseta Tirkîyê de bi piranî sembolîk e, ji serdana Qirgizistanê zû vegerîyabû Tirkîyê. Ew êvara Pêncşema borî ji nexweşxaneyeke li paytaxt Enqereyê re hatibû rakirin.

Şîretvanekî birêz Gul ji zarê doktorên wî radigihîne ku nabe birêz Gul heta du mehan li firokê û rêwîtî bike.

Abdullah Gul ji hesaba xwe ya Twitter’ê got, “Spasîya Xwedê saxlemîya min baştir dibe. Gava ez li nexweşxanê me vala nasekinim. Ez berdewam dixebitim û pirtûk û raportan dixwînim.”

Li ber bû, Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul li mehên were, serdana Amerîka û Swêdê bikira.
XS
SM
MD
LG