Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Bo Dadgehkirina 32 Hezar Girtiyan Pêwîstî bi Zêdekirina Dadgehan Heye 


Wezîrê Dada Tirkiyê Bekir Bozdag

Wezîrê Dada Tirkiyê Bekir Bozdag roja Çarşemê da zanîn ku 32 hezar kes ji encama derbeya leşkerî ya neserkeftî li Tirkiyê hatine girtin, pêwîstiya Tirkiyê bi avakirina dadgehan heye da ku, hejamra zêde ya girtiyan bihên dadghekirin.

Wezîrê Dadê, Bozdag tevlî bernama zindî ya NTV bû û got, dibe dadghên nû bihên avakirin jibo dadghekirina girtiyan, herweha got di nava girtiyan de kes hene bi endametiya rêxistina terorê hatine girtin.

Bozdag dûr dibîne ku, dagehkirinên bikomî bihên encamdan, bi hezran girtî hene ew bi endametiya rêxistina Olî tên tawanbarkirin, yaku kesatiyê Oldar Fethulla Gulen yê li Amerîka dimîne pêşengiya wê dike, girtî dê li gur yasayê bihên dadghekirin weke wezîrê DadaTirkiyê dibêje.

Di beşekî axiftinên xwe de, Bozdag got, berpirsên Amerîkî gotine Tirkiyê ewê bersiva wan ya radestkirina tawanbar Fethulla Gulen di demekî nêzîk de bidin.

Wek tê zanîn kesatiyê Oldar Fethulla Gulen wek tawanbarê yekê yê encmdana derbeya leşkerî ya neserkeftî ya roja 15 Tîrmehê li Tirkiyê tê dîtin.

Tirkiye ji Amerîka dixwaze Fethulla Gulen yê 75 salî radestî wan bihêkirin, da ku li Tirkiyê bihê dadghekirin.

XS
SM
MD
LG