Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê bi Fermî Daxwaza Radestkirina Gulen ji Amerîka Dike


Fethullah Gulen

Medya Tirkîyê radigihîne ku hikûmet bi fermî daxwaza radestkirina Fetullah Gulen ji Amerîka kiriye ku bi plankirina darbeya leşkerî tê sûcdar krin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pir caran dibêje ku Gulen serkeşîya darbê kur û bû sedema kuştina herî kêm 270 kesan.

Raportên medya Tirkî radigihînin ku Tirkîye di daxwaznameya xwe de dîyar kiriye ku Gulen di dema hewila dabeyê de ferman daye û operasyon bi xwe rêve biriye.

Serokê Amerîka Barack Obama di hilcivîna G-20 de ji Erdogan re gotubş ku hikûmeta wî amade ye hemî piştgirîya pêdivî bide ku vekolîna ser hewila darbê were kirin ku kesên berpirs derkevin pêş dadgehê.

Lê, karbidestên Amerîkî bi pêgirî dibêjin ku divê teslîmkirina Gulen ne biryareke sîyasî ye û tenê dadgehên Amerîkî dikarin biryara teslîmkirina wê bidin.

XS
SM
MD
LG