Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktor Hişyar Dikin ku Mamosteyên Tirk Gulmen û Ozakça Ber Mirinê Ne


Nuriye Gulmen and Semih Ozakca
Nuriye Gulmen and Semih Ozakca

Odeya Doktorên Tirkîyê îro Înê hişyarî dide ku du mamosteyên Tirk ku pirtir ji 100 roj in di greva xwebirçîkirinê de ne, nêzîkî mirinê bûne.

Mamosteya zanîngehê Nuriye Gulmen ya 35 salî û yê dibistanê Semih Ozakça yê 28 salî, piştî darbeya leşkerî ji karên xwe hatibûn qewitandin û jibo protestokirina wê biryarê di grevê birçîbûnê de ne.

Vedat Bulut, serokê Odeya Doktoran ya şaxa Enqerê ji Reutersê re ragihand ku rewşa Gulmen û Ozakça giheştiye asteke pir xeter jiber ku wan demeke dirêj e tenê av, şekir, xwê û vitamin B wergirtine.

“Gulmen û Ozakça niha ketine qonaxeke pir krîtîk û tenê 10 heta 20 rojên wan mane ku bijîn. Wan bi zelalî got ku ewê heta ku venegerin ser karên xwe, dawî li greva xwebirçîkirinê neyînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Tirkîyê nêzîkî piştî darbeya leşkerî ya sala borî, 150,000 kes ji kar hatine qewitandin ku di nav wan de karmendên dewletê, akademîsyen, leşker û polîs jî hene.

XS
SM
MD
LG