Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Goreke Girseyî de 313 Term li Reqa Hatin Dîtin


Gurê Komî li Reqa

Berpirsekî herêmî ji Reqa ragihand ku karkerên di gura komî de kar dikin yê ku li Reqa berî mehekê hatî dîtin, heta niha laş û hestiyên 313 kesan deranîne ku laşên zilam, jin û zarokan di nav de ne, tê texmîn kirin ku yên kuştî û mirîyên serdema DAIŞê bin.

Gura Komî, li zeviyeke nêzîkî bajarê Reqa hatiye dîtin bajarê ku demekî DAIŞê ew weke paytexta dewleta Îslamê ragihand bû, li wêderê li dij komên xwecihî kuştin û girtin dabûn destpêkirin û herkesê li dij îdolojiya wan rawesta baye, dibû qurbanê tûndîya DAIŞê.

DAIŞê di wî çaxî de herêmên berfireh li Îraq û Sûriyê kontrol kir bûn û li gur fermanên tûndrê yên Îslama radîkal hikum dikir.

Reqa ji aliyê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ve, ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, li sala 2017an ew ji rizgar kirbû û bajar di operasyona rizgarkirinê de wêran bûbû.

Ji dema rizgarkirinê heta niha komîta bi navê Civata Sivîl îdara bajêrê Reqa dike û gurên komî li bajêr û derveyî bajêr eşkere dikin.

Yasir el-Xamîs, berpirsê grûbeke karmendên kolandina gurên komî dibêje, ji Şiwata sala 2018an heta niha 4760 laş ji gurên komî anîne der.

Gurê Komî yê ku niha kolandin û lidûvçûn tên encamdan, nîva meha Hezîrana derbasbûyî li zeviyên çandinê yê "Fixêxe" hatbû dîtin, û ew nûtirîn gurê komîye li wê herêmê.

XS
SM
MD
LG