Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Bi Hezaran Sîvîl ji Gutaya Rojhilat Derketin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi hezaran sîvîl dest bi derketina ji herêma Gutaya Rojhilat kirine.

SOHR'ê da zanîn ku do Çarşemê bi şev dereng 1500 kes û îro Pêncşemê jî serê sibê 2000 kes ji Gutaya Rojhilat derketine.

Gutaya Rojhilat di destê serhildayan de ye û ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve hatîye dorpêç kirin.

Li gor ajansên çavdêrîyê hêzên hikûmetê kontrola 70 ji sedê Gutaya Rojhilat bi dest xistîye.

Ceyşul Îslam, ku yej ji komên serhilda yên li Gutaya Rojhilat e, ragihandibû ku ewê şerê dijê hêzên hikûmetê bidomîne.

Ahrar el-Şam, ku ew koma jî li Harasta ya Gutaya Rojhilat e, dîyar kiribû ku ewê bi garantorîya Rûsya ji herêmê derkeve û here Îdlibê.

Hikûmeta Sûrîyê û Rûsya didan zanîn ku serhilda nahêlin ku sîvîl ji herêmê derkevin.

SOHR'ê dîyar kiribû ku di êrîşên vê dawîyê de bi qasî 1500 kes li Gutaya Rojhilat hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG